Mehmet Ocalan hat binçavkirin
Mehmet Ocalan hat binçavkirin
Mehmet Ocalan hat binçavkirin
Beriya meşa "Piştgiriya bi Rojava re" ya BDP û KCD'ê ya li Serêkaniya ser xetê, li navenda Riha û tevî Serêkaniyê hemû navçeyên wê pêkanînên OHAL'ê destpê kirin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan jî li Xelfetiyê hat binçavkirin.
Beriya meşa saet di 17'an de, li ser rêya ji Rihayê diçe Serêkaniyê polîsan bend danîn ser qada 30 km dûrî navçeyê û rê girtin. Wesaîtên rêveberên BDP'ê yên Riha û navçeyên wê jî li heman qadê tên rawestandin û bi hinceta "ewraq kêm in" nahêlin derbas bibin.
Di vê navberê de, li navçeya Xelfetiyê jî, welatiyên ji navçeyê derketin li nuqteya polîsan a li derketina navçeyê hatin rawestandin. Li vê nuqteyê, di encama lêgerînan de birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û welatiyekî bi navê Sînan Karakûrt hatin binçavkirin. Ocalan û Karakûrt birin Muduriyeta Emniyetê ya Xelfetiyê û tê payîn di saetên pêş de derkevin pêşberî dozgeriyê.
Her weha welatiyên ji Hilwan û Sêweregê ketin rê jî li derketina navçeyê li du nuqteyên kontrolê hatin rawestandin û yek bi yek tên kontrolkirin. Hat ragihandin polîsan li gel lêgerînan ceza li gelek wesaîtan nivîsandine.