Meclîsa Îştar a Wargehê bûyerên Lîce û tecawiza li Çewlikê şermezar kir

Meclîsa Îştar a Wargehê bûyerên Lîce û tecawiza li Çewlikê şermezar kir

Meclîsa Îştar a Jinan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi daxuyaniyeke girseyî êrîşa li Licê ya li hemberî gelê ku çêkirina qereqolan protesto dikir pêk hat û her wiha bûyera tecawizê ya li Çewlikê şermezar kir.

Meclîsa Îştar a Jinan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê saet 08.00’an bi girseyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ku destpêkê behsa pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin tê kirin bûyera herî dawî li Lîcê û destdirêjiya cinsî ya li Çewlikê ya li hemberî zaroka keç a 16 salî bi tundî hat şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Mamoste Xatun Babat ve hat xwendin.

JI ALIYÊ HUKÛMETÊ VE TU GUHERTIN NEHATIN DÎTIN

Di destpêka daxuyaniyê de ku behsa pêvajoya “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” tê kirin wiha destpê dike:  “Ev pêvajoya ku bi çend qonaxan ji aliyê Rêber Apo ve hat despêkirin de, mirov dikare bêje Qonaxa Yekemîn bi dawî bûye û em êdî derbasî Qonaxa Duyemîn dibin. Her çi qas di Qonaxa Yekemîn de ji aliyê tevgera gelê Kurd ve gav hatin avêtin jî, lê ji bo derbasbûna Qonaxa Duyemîn ji aliyê hukûmetê ve tu guhertin nehatin dîtin.”

PÊKANÎNA LI SER ÇALAKVANÊN WELATPARÊZ BÛYEREK DIJMIROVÎ YE

Meclîsa Îştar di daxuyaniya xwe de ku êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî girseya çêkirina qereqolan protesto dikir pêk hat şermezar kir û wer domiya: “Ji bo gelê Kurd Qonaxa Duyemîn bi serketî encam bikin û bi hukûmetê gav bidin avêtin li Bakurê Kurdistan û her cihî di nav çalakiyan de ye. Li beramberî van çalakiyan jî xwe ranagirin û êrîş dikin. Ji bo valaderxistina pêvajoyê serî li her provokasyonan didin. Herî dawî di çalakiya Licê ya li beramberî çêkirina qereqolên nû de êrîşî gelê di nav çalakiyê kirin, ciwanek qetilkirin û dehan kes jî birîndar bûn. Ev pêkanîna li ser çalakvanên welatparêz bûyerek dijmirovî ye em şermezar dikin.”

Meclîsa Îştar bûyera tecawizê ya ji aliyê leşkerên Tirk ve li hemberî zaroka keç a 16 salî pêk hat û leşker hatin berdan şermezar kir û di vê der barê de wiha hat gotin, “Em weke jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem van kiryarên qirêj û tecawizkarên xwe dispêrin desthilatdarî û dewletê bi tundî lanet dikin. Bûyera destavêtinê ya ji beriya du salan li Çewlikê li hemberî jinek ciwan ji aliyê 8 leşkerên artêşê ve pêkhatî, di roja îro de dibe ku darizandinek bê çêkirin û bên cezakirin, rayedarên dewletê li beramberî vê bûyerê çav û guhên xwe girtine. Ji derveyî vê li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşî yan jî li pey wê bi sedan bûyerên destavêtinê pêk anîne û qet nexistine rojeva xwe jî.”

Di daxuyaniyê de her wiha tê destnîşankirin jî dewleta Tirk ji bo rizandina civakê polîtîkayên bi taybet dixe meriyetê û di vê mijarê de ev xal tên ziman: “Desthilatdarî ji bo rizandina civakê û biyanîkirina ji çanda wan destpêkê dest diavêje jinê. Zîhniyeta faşîst û çêkera wê herî zêde bikaranîna zilamtiyê, di serî de jinê, êrîşî civak û nirxên mirovatiyê dike. Bi vî awayî desthilatdarî li ser bedena jinê dixwaze xwe ava bike. Polîtîkaya vê zîhniyeta serdest ji bo gel û civakê ji nasnameya wan dûr bixe, vîn, bawerî û berxwedana wan bişkîne çanda destdirêjî û destavêtinê bi kar tîne û rewa dibîne. Mirov dikare bêje bi van kiryarên qirêj sekna jinê ya berxwedêr û azadiyê hedef dike.”

JIN HEM MEXDÛR HEM JÎ TAWANBAR TÊ ÎLANKIRIN

Meclîsa Îştar di daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser kiryar û pêkanînên di dema hukûmeta AKP’ê de li hemberî jinê û wiha berdewam dike: “Ji texrîbatên şer û tundiyê herî zêde jin û zarok bandor bûne û para xwe jê girtine. Di serdema AKP’ê de her roj pênc jin tên kuştin. Bi navê namus, tore çi ji aliyê malbat û hevserê wan ve çi ji aliyê rayedarên dewletê ve tên qetilkirin. Ev bi lêpirsînekê re nayên derbaskirin, ji ber heman zîhniyet li ser pêk tîne û dide pêkanîn lewma kesên mexdûr nayên dîtin û gunehbar jî nayên tawanbarkirin. Jin hem mexdûr hem jî tawanbar tê îlankirin.”

Daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe: Di encam de em weke jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem helwestek tund beramberî vê zîhniyeta çanda destavêtinê raber dikin û dibêjin bi tu şêweyan xistina jinê napejirînin. Em ê li hemberî zîhniyeta çanda destavêtina pênc hezar sal sekna xwe ya  têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin. Her wiha em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku li dijî vê zîhniyeta paşverû ya desthilatdaran rabin û bi berpirsyarî tevbigerin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Jinê Nekuje Jin Jiyan e” bi dawî bû.