Meclisa Gel: Ambargoya li ser wargehê didome

Meclisa Gel: Ambargoya li ser wargehê didome

Endamê Dîwana Meclisa Gel a Wargehê Mamosta Yûsif, neh mehan erzaq nedayîna wargeha penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) weke amborgeyekî veşartî nirxand û ragihand ku,ev ambargo li ser wargehê di aliyê aborî, derûnî de nerênî bandor dike. Yûsif Kara destnîşankir ku, gelê wargehê ev bîst sal zêdetire di şert û mercê penabertiyê de jiyan dike û wê ji niha şunda jî leyîstok û şantajên bi vî şêweyî bandorê lê nekin.

Kara diyarkir ku, ev pirsgirêkên ku li ser wargehê hene, ger demek zûde neyêne çareserkirin, ew dê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Kara pêşketinên Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û girtina deriyê navbera başûr û rojava jî rexne kir. Kara şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tê jiyankirin bibîr xist û got “pêwîste hemû Kurd alîkariyê bidin.”

Kara bal kişande ser pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got; “Me di konferansa xwe ya 4. de piştgiriya xwe ji pêvejoyê re da diyarkirin.  Pêwîste li beramberî gavên ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatine avêtin, dewlet bi gavên berçav bersiv bide.”

Endamê Dîwana Meclisa Gel a Şehîd Rûstem (Mexmûr) Mamsota Yûsif Kara ambargoya ku li ser wargehê û pêşketinên dawiyê ji ANF’ê re nirxand.  

AMBARGO SIYASÎ Û HEWILDANA BÊ ÎRADEKIRINA GELÊ WARGEHÊ YE

Endamê Dîwana Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem mamosta Yûsif Kara  ambargoya ku neh mehe li ser Wargehê berdewam dike weke planekî veşartî a navnetewî binav kir. Yûsif diyarkir ku, “Sozên heyanî niha ji bo çareseriyê ji wan re hatine dayîn tenê ji bo mijûlkirina me bûn.”

Kara di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku; “Ev ambargo bi sedemên ne  diyar û bêy ku sedemekî xwe yê girîng yan jî bingehîn hebe tê berdewamkirin. Li rexmê ku me heyanî  niha li gel aliyên peywendîdar û berpirs jî bi çendan carî serlêdan û hevdîtin kirin, lê encamekî diyar ne dane me. Serlêdanên ku me li gel herdu partiyên desthilatdar û hikûmeta Herêmê, ya navendî Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) hertim mijar avêtine ser hevdu û kesê berpirsiyarî ne girte ser xwe. Hemû hewildanên me ji bo çareseriyê ev neh mehe têne paşda xistine.”

 'AMBARGO BANDOREKÎ NERÊRÎ LI SER MALBATAN DIKE!'

Kara balkişande ser ew hincetên ku heya niha bi ambargoyê ve têne meşandin yên weke nasname û mûçeyê mamosteyan, hemû girêdayî vê biryara siyasîne. Mamosta Kara da destnîşan kir ku, wargeh xwedî seknekî siyasiye û ji ber vê jî beriya niha jî gelek caran pêwistiyên me dihatin qutkirin. Mamosta di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Nêzî salekê ye heyanî niha bi van hincetên ku bingeha wan nîne û siyasîne bi ambargoyê re di heman demê de, pirsgirêkên nasname û ne dayîna mûçeyê mamostayan derketibû pêş. Lê belê ev ne cara yekeme, ji ber di demê borî de tiştên mîna vê gelek caran di dem û cihên cuda de çêbûne.

Gelek caran bi hevkariya Dewleta Tirk, Hikûmeta Herêmî û Hikûmeta Merkezî nêzîkatiyên mîna vê li ser wargehê hatine kirin.  Lewma jî di encama  serlêdan û hevdîtinên me yên li gel Hikûmeta Herêmê em gehiştine encamekî ku ev yek kiryarekî siyasiye. Sedemekî din tuneye. Tenê dixwazin me mijûl bikin, dem derbaz bikin. Lewma jî ev kiryare biryarekî hevpar ya Hikûmeta Herêmê û hêzên derdore. Ji ber di pêvajoya penabertiyê ya ev çend salan em tê de ne, me tiştên wiha ku ji aliyê heman hêzan ve li ser me  hatine meşandin gelek jiyankirine û bûne xwedî tecrûbe. ji ber di wargehê de gelek malbat hene ku derfetên wan ên çûna ji derve karkirin yan jî alîkariyekî ji derve bigrin tune ye. Bi giştî gel hemû yek tiştî jiyan dike. Lewma em jî dibêjin ev kiryar wê nekaribin tu bandorê nerênî li ser îrada gelê wergehê bikin.”

'EM DÊ MAFÊ XWE YÊ DEMOKRATÎK BI KAR BÎNIN'

Kara balkişan ser ambargoya ku fîlî li ser wargehê û bilêv kir ku ev biryarekî siyasiye. Kara da zanîn ku, “Gel wê vê biryara siyasî nepejirîne û xwedî li mafê xwe yê demokratîk derkeve.” Kara axaftina xwe wiha berdewam kir; “ Gelê wargehê tu carî  li hemberî kiryarên bi vî rengî serî ne tewandiye. Em jî dibêjin ku dixwaze kî dibe bila bibe, hikûmeta Merkezî yan jî hikûmeta Herêmî be, em dê li hemberî vê yêkê bêdeng nemînin. Her riya pêwîst bike em dê serî lêbidin. Ji ber bi temamî nêzikatiyekî siyasiye li hemberî gelê wargehê tê meşandin.

Em vê di serî de ji bo hikûmeta Herêmê, Neteweyên Yêkbûyî (NY) û hemû aliyên peywendîdar dibêjin ku ev kiryarekî siyasiye û bi çi şêweyî em na pejirînin. Em tucarî bi polîtîkaya wan a birçî bihêlin û teslîm bigirin nayêne xapandin. Di roja me ya îro de ev siyasetekî herî serekiye ku li ser kurdan tê meşandin. Em dê bi tiştên wiha neyêne teslîmgirtin. Em dê serlêdanên xwe yên ji bo çareseriyê berdewam bikin. Ger ev rewş berdewam bike em dê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.”

GIRTINA DERÎ NE DI BERJEWENDIYÊ XIZMETA NETEWÎ DE YE

Kara di nirxandinên xwe de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û balkişande ser deriyê sinor yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Kara da diyarkirin ku girtina deriyê sinor ne di berjewendiyê yeketiya netewî de ye û wiha berdewam kir: “Ev demeke deriyê sinorê Rojavayê Kurdistanê girtiye. Di demekî herî ku yeketiya netewî li pêşe, wê girtina derî ne di berjewendiyê xizmeta netewî de be. Lewma jî em weke gelê wargehê jî li dijî derîgirtina sinorê Rojavayê Kurdistanê ne. Di demekî ku herî zêde yêketî û azadiya Gelê Kurd di asta herî pêş de ye, girtina deriyê sinor em tiştekî ne rast dibînîn. Pêwiste hikûmeta Herêmê di vî alîde tişta herî pêwist û di xizmeta yeketiya netewî de ye bike. Li aliyekî ev neh mehe ambargo danîna ser wargehê û li aliyê din girtina deriyê sinorê Rojava ji aliyê PDK’ê ve, wê ne di berjewendiyê tu aliyan de be. Ger hikûmeta Herêmî bixwaze dikare di nava yêk heftiyê de hem ambargoya li ser wargehê jî rake û deriyê Rojava jî veke. Ev bi giştî girêdayî hikûmetê ne û didestê wan de ye.”

WARGEH LI PIŞT PÊVAJOYÊ YE!

Mamosta Yûsif Kara anî ziman ku ew weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem piştgiriyê didin pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û dê rol û erka xwe bicih bîne. Yûsif destnîşan kir ku,“Gelê wargehê wê ji bo azadiya Rêber Apo û serketina pêvajoya çareseriyê, di hemu alî de erk û rola xwe bi cih bîne.” Kara wiha dewam kir: “Em jî weke parçeyek ji Gelê Kurd, di hemu alîde li gel vê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku  ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de ne. Piştî peyama Rêber Apo ya 21’ê Newroza Amedê şunde heyanî niha gel bi îradeyekî xurt pêvajoyê dişopîne. Ji bo konferansa netewî ya ku li Amedê jî çêbû, me jî weke gelê wargehê peyama xwe şand û piştgiriya xwe da nîşankirin. Lewma jî em dibêjin ji bo ku ev pêvajo bimeşe, pêwiste hemu aliyên kurdan li ser bingehê bawerî û yêketiya netewî bimeşin. Pêwîste Kurd hemû bi berpirsiyarî û hişyarî tevlibonê li pêvajoyê bikin.Di serî de herdu partiyên kurdan yên Başurê Kurdistanê PDK û YNK erka pêwist bileyîzin.

PÊWÎSTE ÇÊKIRINA QEREQOLAN RAWESTE Û CERDEVANTÎ BIDAWÎ BIBE

Kara di dawiyê de anî ziman ku, “Ji bo ku ev pêvajo bimeşe pêwiste li Bakûrê Kurdistanê çêkirina qereqolan û zêdekirina  pergala cerdevantiyê bête rawestandin. Pêwiste gelê me yê Bakûrê Kurdistanê û hersê parçeyên din ên Kurdistanê li dijî vê yekê rabin. Pêwiste hemu kes ji bo ev pêvajo bigehe serkeftinê çi ji destê wan were bikin. Divê dewlet hinek gavên piratîkî bavêje. Heyanî ku gel jî  dewletê bawer bike.”