Meclisa Dayikên Aştiyê ava bû
Meclisa Dayikên Aştiyê ava bû
Meclisa Dayikên Aştiyê ava bû
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku di konferansê de biryara "Meclisbûnê" girtibûn, bi civîna çapemeniyê aşkera kir ku wan biryar xistine meriyetê. Di civinê de li ser navê Dayikên Aştiyê Nezahat Teker axivî û diyar kir ku Înisiyatifa Dayikan di sala 1999'an de li Stenbolê hat avakirin û wiha got: "Niha 25 înisiyatifên dayikan hene. Me biryar girt ku însiyatif bibe meclis. Ji niha û şûnde xebatên me dê li ser esasê meclisê pêş bikevin."
Înisiyatifa Dayikên Aştiyê di navbera 5-6'ê Cotmehê de li Amedê 2. Konferansa Dayikên Aştiyê pêk anîbûn. Dayikan di konferansê de biryara meclîsbûnê girtibûn. Dayikan piştî meclîsa xwe ava kirin îro li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya BDP'ê bi civîna çapemeniyê aşkera kirin. Di civîna çapemeniyê de gelek dayikên aştiyê ku ji bajarên din jî hatibûn amade bûn. Dîsa aktîvîstên DOKH'ê jî amade bûn. Dayikan bi vê civînê aşkera kirin ku xebatên wan heta niha wekî "Înisiyatif" dihat meşandin û dê ji niha û şûnde wekî meclis bê meşandin.
Li salonê pankarta "Hûn bi xêr hatin avakirina meclîsa dayîkên aştiyê a Amedê" hat vekirin û posterê dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan û Dayika Berfo li salonê hatin daliqandin. Civînê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Pişti hilbijartina dîwanê rêz hat girtin û axaftin hatin kirin.
Di civinê de li ser navê Dayikên Aştiyê Nezahat Teker axivî û diyar kir ku Înisiyatifa Dayikan di sala 1999'an de li Stenbolê hat avakirin û wiha got: "Niha 25 înisiyatifên dayikan hene. Me biryar girt ku Însiyatif bibe meclis. Ji niha û şûnde xebatên me dê li ser esasê meclisê pêş bikevin."
Teker, destnîşan kir ku êdî ewê li ser esasê meclisê xebatê bimeşînin û wiha berdewam kir: "Em lezê didin xebatên xwe û em armanc dikin ku hemû dayikan tev li xebatên meclisê bikin. Heta niha xebat û çeperê me pir teng ma. Ji ber vê em dixwazin bi xebatên meclisê xwe bigînin hemû dayikan. Bi salan in em dayikên aştiyê ji bo aştiyê dikin qerîn. Lê tu kesan dengê me nebihîst. Dengê me û daxwazên me înkar kirin. Niha hikûmet û dewlet barbariyê dikin. Li milekî wan Barzanî û li milekî wan Îbrahim Tatlises û Şivan Perwer heye. Lê bila baş zanibin tenê muxatabê wan ê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Heta Birêz Ocalan azad nebe em dê kolan bi kolan bigerin û em dê li kolanan bin"
'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ME YE'
Li ser navê DOKH aktîvîsta DOKH'ê Gulistan Balkaş jî anî ziman ku bi salan in dayikên aştiyê ji bo hestiyên windayên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîne di nava lêgerinê dene û dayik silav kir. Balkaş, anî ziman ku zarok pêşeroja welatekî ne û wiha got: "Lê mixabin li vî welatî zarok mahkûmî şer tên hiştin. Zarok li girtîgehan rastî tacîz û tecawizan tên. Bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza Amedê pêvajoyek nû hat destpêkirin. Ji bo ev pêvajo bê destpêkirin bi hezaran girtiyên siyasî bedena xwe dan ber mirinê û ketin rojiya mirinê. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de bi taybetî xwest jin û ciwan wî fam bikin. Birêz Ocalan gotibû ez ne ji dewletê ji gel bawer dikim û ev pêvajo dabû destpêkirin. Balkaş, da zanîn ku di vir de famdariya Ocalan derdikeve holê û wiha dawî li axaftani xwe anî: "Di vê pêvajoyê de şertê sereke berdana girtiyên nexweş bû. Lê girtiyên nexweş nehatin berdan. Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Divê li çar perçeyan li berxwedana Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê divê em bêtir lê xwedî derkevin."