Meclîsa Ciwanan a Erdîşê ya BDP’ê hat avakirin

Meclîsa Ciwanan a Erdîşê ya BDP’ê hat avakirin

Meclîsa Ciwanan a Erdîşê ya BDP'ê bi daxuyaniyê avakirina xwe îlan kir.

Meclîsa Ciwanan a Erdîşê ya BDP'ê bi daxuyaniyekê avakirina xwe îlan kir û gelek ciwan tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Meclîsa Ciwanan a Erdîşê ya BDP'ê Berfîn Çîftçî û Mugdat Bozkurt axivîn. Beriya daxuyaniyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Çîftçî axivî û wiha got: "Ji bo avakirina civakê û ji bo siyaset civakî bibe û civakek demokratîk bê avakirin em ê bi hemû hêza xwe bixebitin." Çîftçî da zanîn ku dê li ser esasê rêxistinbûyîna ciwanan xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Armanca tevgera me ew e ku konfederalîzma demokratîk pêk bê, di rêxistinbûyînê de em modela meclîsên ciwanan esas digirin."

DI 5'Ê TEBAXÊ DE MEŞA GIRSEYÎ'

Piştî axaftina Çîftçî, Mugdat Bozkurt mafê axaftinê wergirt û bang li hemû ciwanan kir ku di bin banê meclîsa ciwanan de xwe bi rêxistin bikin. Bozkurt destnîşan kir ku dê di 5'ê Tebaxê de li navçeya Erdîşê li hember fuhûş, tiryak, pişaftin û sîxurkirinê meşekê li dar bixin û bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin.