Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Erxeni avakirina xwe îlan kir
Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Erxeni avakirina xwe îlan kir
Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Erxeni avakirina xwe îlan kir
Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Erxeniyê, bi şahiyekê avakirina xwe îlan kirin.
Meclîsa Ciwanên BDP'ê ya Navçeya Erxeniyê ya Amedê bi şahiyekê avakirina meclisa xwe îlan kir. Di şahiyê de gelek endamên meclisa ciwanan û welatî amade bûn. Li qada şahiyê posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK'ê hatin vekirin. Komê bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" berz kir. Endamê meclisa ciwanan Qedri Aslan daxuyanî da û diyar kir ku, dewlet her dem dixwaze ciwanên Kurd ji nasnameya xwe dûr bixe û li dijî Kurdistanê polîtikayên koletiyê pêş dixe. Aslan, da zanîn ku ji ber vê yekê di nava ciwanan de pêkanînên wekî tiryak, fihûş û diziyê pêş dixe û ew dê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin. Aslan, bang li hemû ciwanan kir ku li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û bêtir li nirx û nasnameya xwe xwedî derkevin.