Mazlûm-Der: Çima hûn Kurdan ji umetê nabînin?

Mazlûm-Der: Çima hûn Kurdan ji umetê nabînin?

Bi armanca şermezarkirina 'dîwarê şermê' yê li ser sînorê Rojava, Şaxê Mazlûm-Der a Amedê ji Postaxaneya Mezin name ji rayedarên hikûmetê re şand.

Di nameyê de hat gotin, "Hûn ew kesên ku dema li Fîlîstînê li ser axê sînor dihat xêzkirin, li ser sînor dîwar dihat lêkirin, li ser dîwar têl dihat danîn radibûn ser piyan û di her firsendê de digotin; sînor umetê parçe dike, dema mijar dibe Kurdistan çima hûn Kurdan ji umetê nabînin?"

Di dewama nameyê de wiha hat gotin:

"Li xeteke ku orê Kurd û jêrê wê Kurd e, xêzkirina sînoran ku nîşaneya 'dijminahiyê' ye ev sed sal e xwişk û bira nekarî bide dijminê hev. Berevajî bi nêzbûna jêr û jor re sînor bê wate dimînin, lê diyar e ku vê yekê dilê we rehet nekiriye lewma hûn dîwaran lê dikin...

Şaredara ku ji her pênc kesan dengê çar ji wan girtiye, ku hilbijartin bi gotina we 'namûsa demokrasiyê ye' li dijî vî dîwarê xwişk û bira û zeviyan ji hev qut dike ket rojiya mirinê û dema jê re hat gotin ku dê dîwar neyê lêkirin, dawî li rojiya mirinê anî. Lê du roj heman piştî vê, dîsa beton hat rijandin û dîwar hat lêkirin. Gelo cidiyeta dewletê ya hûn qala wê dikin tiştekî wiha ye?

Ev vîna siyasî; Hûn hilweşîna dîwarê Berlînê yên Elman kiribû du parçe bi teqdîr pêşwazî dikin, dîwarê Îsraîl di nava Fîlîstîniyan de lê dike weke 'dîwarê şermê' bi nav dikin, lê di navbera Kurdan de dîwaran lê dikin. Gelo ev karê kîjan dil û mejî ye?

Hûn ew kesên ku dema li Fîlîstînê li ser axê sînor dihat xêzkirin, li ser sînor dîwar dihat lêkirin, li ser dîwar têl dihat danîn radibûn ser piyan û di her firsendê de digotin; sînor umetê parçe dike, dema mijar dibe Kurdistan çima hûn Kurdan ji umetê nabînin?

Ey vîna siyasî; hîn çend roj berê sê kesên xwestin ji Qamişlo derbasî Nisêbînê bibin ji aliyê leşkerên we ve hatin qetilkirin. Li gel wan şekirê cejnê, derman û tizbîh hat dîtin. Dibe ku hatibûn cem xwişk û birayên xwe, şekir dianîn xwarzê û birazên xwe re...Gelo sîstemeke ku ji canê mirovan bêtir qîmetê dide têlên sînor, wê çiqasî bijî? Hînê çend kes wê dema dane dû pereyê xwarinê, di dema serdana mirovên xwe, xizmên xwe de bên kuştin?

Ey vîna siyasî; Helbestvan bi gotin a"Însan tinebû û sînor tinebû. Însan hat û bi destê xwe sînor xêz kir" dibêje hemû sînorên li ser rûyê erdê ne rewa ne. Wezîrê we yê karên hundir dibêje 'dîwar, çi dîwar?' Hûn dikarin ji me re bêjin; Ew dîwarê ku li ser sînorê beriya sed salekê di navbera xwişk û birayan de bi awayekî bêrewa hatibû lêkirin, çi dîwar e?

Ey vîna siyasî; Sînorê Xweda jî hene. Em jî ji wê re dibêjin gayretûllah. Weke mirovên ji Xweda bawer dikin, îman û însaniyê weke wezîfeyê dibînin we hişyar dikin: Sînorê navbera xwişk û birayan dê dîrok jî efû neke, Xweda jî..."