Malên dîrokî tine dibin!
Malên dîrokî tine dibin!
Malên dîrokî tine dibin!
Malên dîrokî yên Wanê yek ji taybetmendiyên girîng ên Wanê ne, lê belê ji ber xemsariya rayedaran û xaniyên bi beton ber bi tinebûnê ve diçin. Walîtiya Wanê û Midûriyeta Turîzmê ya Çandê ya Bajêr îdîa dikin ku hewl didin vê mîrasa dîrokî biparêzin.
Malên Wanê yên demekê yek ji taybetmendiyên mîmartiya bajarê Wanê bûn, di van salên dawî de ber bi tinebûnê ve diçin. Ji ber bajarvaniya çeloxwarî ev xaniyên dîrokî li navenda Wanê diqedin. Bi taybet ji ber erdheja 2011’an li navenda Wanê xaniyên dîrokî yên Wanê neman.

‘XANIYÊN DÎROKÎ YÊN WANÊ NASNAMEYA BAJARÊ WANÊ NE’
Endamê Mêvanê Rûnetê yê ÎMO GM Şemsettîn Bakir, got ku ji bo parastina xaniyên dîrokî gelek caran Walîtiya Wanê hişyar kirine, lê belê Midûriyeta Turîzmê û Çandê ya Bajêr û Walîtiyê ji ber gumana tûristan ji bilî mala Wanê ya li Keleha Wanê hat çêkirin, tiştekî din nekiriye.”
‘HIŞMENDIYA DÎROKÎ YA KURDISTANÊ BI ZANEBÛN TÊ TINEKIRIN’
Aktîvîstê Eko-Genç Cevahîr Yîgît Boke jî têkildarî mijarê wiha got, “Di rastiyê de tenê bi Wanê ve ne bi sînor e, li her deverê Kurdistanê avahiyên dîrokî rastî texrîbateke mezin tên. Li Wanê rewş hê xerabtir e. Ev dewama polîtîkaya asîmîlasyonê ye.”
