Malbatên Roboskî dest bi kampanya îmzeyan kirin
Malbatên Roboskî dest bi kampanya îmzeyan kirin
Malbatên Roboskî dest bi kampanya îmzeyan kirin
Malbatên Roboskî, li dijî biryara Dozgeriya Taybet a Amedê ya ku dosya radestî Dozgeriya Leşkerî kir nerazîbûn nîşan dan û bi navê "Em ji bo dosya komkujiya Roboskî, darizandina leşkerî naxwazin" kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Tevî ku di ser komkujiya Roboskî ya tê de 34 Kurd bi bombebarana balafirên şer ên F-16 hatin kuştin nêzî sal û nîvek derbas bûye jî, berpirsyar nehatine darizandin û di ser de ceza li malbatên Roboskiyan hate birrîn.
Bi hinceta ku di roja 500. de qurnefîl danîne cihê zarokên xwe yên hatine kuştin, 3 hezar TL cezayê pere li malbatên mexdûran hat birrîn.
Malbatên ku li dijî van zextan bêzarin, ji bo dengê xwe bilind bikin, rêzeçalakiyan lidardixin.
Malbatên Roboskî di vê çarçoveyê de bi navê "Em destûrê nedin ku komkujiya Roboskî mîna yên beriya wê, wenda bibe" kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Kampanya li ser malpera http://imza.la/roboski-katliami-dosyasi-icin-askeri-yargi-istemiyoruz hat destpêkirin û malbat wê îmzeyên bi vê rê berhev bikin, ji Parlamenta Tirkiyê û Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul re bişînin.