Malbatên Roboskî 99 hefte ne li edaletê digerin
Malbatên Roboskî 99 hefte ne li edaletê digerin
Malbatên Roboskî 99 hefte ne li edaletê digerin
Malbatên Roboskê ji bo kujerên 34 welatiyên sivîl ên di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên F-16 ên tirk ve hatin qetilkirin bipirsin, di hefteya 99'an de çalakiyên xwe berdewam kirin. Li ser navê malbatan Velî Encu, ji Serokê Komîsyona Mafên Mirovna a Meclisê Ayhan Sefer Ustun xwestin biryara DMME'ê ji bo xwe wekî emsalê bibîne.
Çalakiya Malbatên Roboskiyê ku her pêncşem li ser gorên 34 welatiyên sivîl ên di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên F-16 ên tirk ve hatin qetilkirin berdewam kir. Malbat, dîsa di roja 694'an ku 99 hefte ye çalakiyên xwe berdewam kirin. Li ser navê malbatan Velî Encu, ji Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Ayhan Sefer Ustun xwestin biryara DMME'ê ji bo xwe wekî emsalê bibîne. Encu anî ziman ku 694 rojin ji dewletê dixwazin ku edalet pêk bê û kujer bên darizandin, lê heta niha ti bersîv negirtine. Encu, da zanîn ku li şûna dewlet hesap bipirse, her tim gefan li wan dixwe.
Encu, ji Serokê Komîsyonê Sefer Ustun xwest biryara DMME'ê ya 17'ê Mijdarê ji bo xwe wekî biryara emsal bibînin û li gorî rastiyê tev bigerin