‘Maddeyên teqemeniya di qetilkirina Huso de hatine bikaranîn ji derve ne’

‘Maddeyên teqemeniya di qetilkirina Huso de hatine bikaranîn ji derve ne’

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku bûyera qetilkirina siyasetmedarê Kurd Îsa Huso bi awayekî pisporane hatiye kirin û da zanîn maddeyên teqemeniyê ku hatine bikaranîn ne li herêmê hatine çêkirin.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê qetilkirina siyasetmedarê Kurd Îsa Huso de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘‘Siyasetmedarê Kurd û Endamê Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso di encama êrîşeke reşkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Em di serî de ji malbatê û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.’’

Derheqê lêkolîna hêzên Asayîşê de jî daxuyaniyê wiha dom kir: “Piştî ku bûyer qewimî, ji bo ku bûyer ronî bibe û sûcdar werin aşkerakirin hêzên Asayîşê bi rengekî berfireh li ser bûyerê rawestiyan û lêkolîn dikin.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkildarî êrîşê niha 3 kesên biguman hatine binçavkirin û lêpirsîna wan didome.

Her wiha derbarê lêkolînê de ev 3 xalên li jêr hatin aşkerakirin:

1-    Di êrîşê de teqemeniya C4 hatiye bikaranîn.

2-    Ev teqemenî bi destên amator nehatine çêkirin û tenê ji aliyê hêzên pispor ve dikare bê çêkirin.

3-    Ev teqemenî 1 kîlo ye û taybet ji bo sûîqest û reşkujiyan hatiye çêkirin. Maddeya teqemeniyê ku hatiye bikaranîn ne li herêmê hatiye çêkirin. Ev hêzên derve çêdikin û  hêzên herêmê jî ji wan digirin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: ‘‘Li gorî lêkolîna me diyar dibe ku ev ne bûyerek ji rêzê ye. Li pişt vê bûyerê hesabên kirêt ên hêzên derve û herêmî hene.’’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bûyerên bi vî rengî êrîşkar dixwazin aramiya herêmê têk bibin û wiha dom kir: ‘‘Dixwazin tevlîhevî û aloziyê di herêmên Rojavayê Kurdistanê de derxin û destketiyên gel desteser bikin.’’

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku lêkolîna hêzên Asayîşê didome û wiha pê de çû: ‘’Lêpirsîna me bi rengekî lezgîn didome. Di demeke herî kurt de li pişt perdeya vê bûyerê kîjan hêz hene em ê tespît bikin, bi rengekî zelal bi nav bikin û bi raya giştî re parve bikin.’’