Li Zanîngeha Dîcleyê herî kêm 5 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Dîcleyê herî kêm 5 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Dîcleyê herî kêm 5 xwendekar hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Dîcle ya Amedê herî kêm 5 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Dîcleyê piştî xwendekarên nêzî Hizbullahê êrîşî xwendekarên welatparêz û demokratîk kirin û bûyer derketin 61 xwendekar hatibûn binçavkirin û jê 8 xwendekar hatibûn girtin.
Dîsa di bûyeran de nêzî 7 xwendekar birîndar bûbûn. Li ser rêya zaningehê polîsan maşînyên diçin zanîngehê radiwestîne û nasnameyan kontrol dike. Polîsan di lêgerîna nasnameyan de 5 xwendekarên ku ji dolmîşê daxistin binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.