Li Xormatû 2 teqînên bihêz rûdan
Li Xormatû 2 teqînên bihêz rûdan
Li Xormatû 2 teqînên bihêz rûdan
Îro di saetên êvarê de li navçeya Xormatû ya başûrê Kurdistanê 2 teqînên bihêz rûdan. Hate zanîn kuştî û birîndar hene.
Li gorî serçaveyek asayîşê ji malpera PUK medya re ragihandî; îro di saetên êvarê de wesayîtek bombe barkirî ku ji aliyê kesek xwekuj ve li nêzîkê navenda Sedir û komîteya Hemrîn ya Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistan YNK teqandiye û di encama teqînê de gelek kes kuştî û birîndar hene.
Li gorî heman serçaveyên asayîşê dane diyarkirin, ku herî kêm 15 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne û zererekî mezin ya madî gihiştiye dewrû ber.