Li Xinisê heyelan

Li Xinisê heyelan

Li gundê Kongur ê girêdayî navçeya Xinis a Erziromê heyelan çêbû. Ji ber heyelanê kanalên ava vexwarinê û rê xirab bûn.

Ji ber barana ku 3 rojan berdewam kir, li gundê Kongur ê girêdayî navçeya Xinis a Erziromê heyelan çêbû. Di heyelanê de tu zerara can û mal çênebû. Lê belê kanalên ava vexwarinê û rê xirab bûn. Alaattîn Şam ê li gund dijî da xuyakirin ku berî niha bi 3 rojan heyelanê destpê kiriye û bi lez ber bi gund ve hatiye. Şam destnîşan kir ku, ewlehiya wan di talûkeyê de ye û rayedar di vê mijarê de sersar in û got, "Qeymeqam û cenderme hatin cihê bûyerê. Paşê gotin, “Wê  endezyar were lêkolîn bike.’” Lê belê kesek nehat. Em di rewşeke xirab de ne.”