Li Xezeyê 103 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê û vir ve 28 hezar û 576 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya ser bi Hamasê li ser roja 131'ê ya şer bîlançoyeke nû eşkere kir.

Li gorî wezaretê, di êrîşên Îsraîlê de piraniya wan jin û zarok 28 hezar û 576 kes hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 103 kes hatin kuştin. Li gorî heman çavkaniyê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 68 hezar û 291 kes jî birîndar bûne.