Li Wêranşarê destwerdana tund: 1 jê giran 6 birîndar
Li Wêranşarê destwerdana tund: 1 jê giran 6 birîndar
Li Wêranşarê destwerdana tund: 1 jê giran 6 birîndar
Li navçeya Riha Wêranşarê, polîsên Tirk bi tundî dest li welatiyên xwestin biçin Serêkaniyê werdan û di encamê de jina bi navê Aylan ji ber bombeya gazê li rûyê wê ket bi giranî birîndar bû. Aylan rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.
Konvoya ji dehan wesaîtan ku di nav de Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî hebû, bi armanca tevlêbûna "Nobeda Aştiyê" ya ji bo Rojava bibe ji Wêranşarê diçû Serêkaniya ser xetê, ser rêya navbera herdu navçeyan rastî destwerdana polîsan hat. Piştî demekê konvos dîsa ket rê lê bê carê polîsên Tirk bi dehan maşînên zirxî û jendermeyên robokop pêşî li konvoyê girtin. Rawestîna li herêmê dewam dike.
1 JÊ GIRAN 6 KES BIRÎNDAR BÛN
Di vê navberê de konvoya ji sedan wesaîtan ji derketina Wêranşarê ji aliyê bi sedan polîsan ve hat rawestandin. Girseya gel li vê derê li êrîşa polîsên Tirk a bi bombeyên gazê û ava şid rast hat. Li ser vê yekê girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Di bûyerê de bombeyeke gazê ya polîsên Tirk li rûyê jineke bi navê Aylan ket û bi giranî birîndar bû. Jina birîndar Aylan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û ji vir jî birin Nexweşxaneya Mehmet Akî Înan a Rihayê. Her weha pênc welatiyên din jî ji ber êrîşa polîsên Tirk birîndar bûn.
Tengezariya li herêmê dewam dike.