Li wargehê bîranîna du bira û xwîşkekê
Li wargehê bîranîna du bira û xwîşkekê
Li wargehê bîranîna du bira û xwîşkekê
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Şaredar û Serokê Meclîsa Gel a Demokratîk ê berê Abdullah Yilmaz di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi merasimeke girseyî hat bîranîn. Di bîranînê de bira û xwîşka Yaman ên di demên cuda de di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem duh saet 18.00’an Abdullah Yilmaz ê di sala 2002’an de Şaredarê Wargehê û di sala 2005’an de jî Serokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê bû û di sala 2011’an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, di 2’emîn Salvegera Şehadeta xwe de bi organîzasyona Saziya Malbatên Şehîdan û Malbata Yilmaz merasimeke bîranînê hat lidarxistin.
Girseyeke qelebalix ku beşdarî merasima bîranînê bû, ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz hat girtin, derbarê jiyan û têkoşîna Abdullah Yilmaz, bira û xwîşka wî; Ehmed û Fadîle bi nasnav Jiyan de axaftin hatin kirin.
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar destnîşan kir ku îro di şexsê Abdullah Yilmaz de du bira û xwîşkeke ji heman malbatê bi bîr tînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hevalê Abdullah Yilmaz ku salên dirêj di nav zor û zehmetiyên herî dijwar de ji bo gelê wargehê xebat meşand, bi kedkarî û welatparêziya xwe dihat naskirin. Birayê hevalê Abdullah Şehîd Ehmed û Şehîd Jiyan jî bi vê munasebetê em bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.”
Abdullah Ehmed û Jiyan
Mamoste Sofî di berdewamiya axaftina xwe de li ser jiyan û têkoşîna Ehmed Yilmaz û Jiyan Yilmaz wiha got, “Birayê hevalê Abdullah, Ehmed di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de milîstî dikir. Salên dirêj ku di nav hevalan de ma, di sala 1989’an dema diçe wezîfeyekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê qetilkirin. Hevala Fadîle Yaman bi nasnav Jiyan jî ku Fermandara Mangayê bû di sala 1999’an de tevlî nav karwanê şehîdan dibe.”
Mamoste Sofî, di berdewamiya axaftina xwe de li ser wate û girîngiya şehîd got, “Şehîd rûmet û afirînerên destketiyên me ne. Divê em her tim li pey doza şehîdên xwe bin. Di meha hezîranê de ku gelek leheng û egîd şehîd ketin divê tevayî jiyan û têkoşîna xwe em li gorî armancên şehîd bi rêkûpêk bikin. Têkoşîn û berxwedana Rêber Apo pêş dixe wê me bigihîne azadiyê. Careke din di şexsê heval Abdullah de em tevayî şehîdan bi bîr tînin.”
Piştî Mamoste Sofî kurê Abdullah Yilmaz, Ridvan Yilmaz ku bixêrhatina gel kir û soza bilindkirina dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd re kir.
Piştî axaftinan fatihe hat xwendin û girseyê dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Merasim, piştî xwarinê bi dawî bû.