Li Wanê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Wanê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Wanê qezaya trafîkê rûda û 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Qezaya ku li hevketina du wesayîtên ji aliyên cûda dihatin, li ser rêya Erdîşê li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê rûda.

Wesayîta ku ji aliyê Erdîşê ve dihat lastîka wê teqiya û ji kontrolê derket, li wesayîtekî beramber dihat qelibî û hate ragihandin ku, 6 kesên di her du wesayîtan de jiyana xwe ji dest dan.

Gelek polîs, leşker, ambulans û yekîneyên îtfaya girêdayî Şaredariya Wanê cûn cihê bûyerê. Demek dirêj rêya Wan-Erdişê girtin, piştî lêkolîna dozgeriyê cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn rakirin Nexweşxaaneya Lêkolîn û Perwerdeya Herêma Wanê.