Li Wanê li dijî binçavkirinan meşa bi girseyî
Li Wanê li dijî binçavkirinan meşa bi girseyî
Li Wanê li dijî binçavkirinan meşa bi girseyî
Rêxistina Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) a Bajarê Wanê binçavkirina 10 xebatkarên partiyê bi çalekiyên meş û rûniştinê protesto kirin.
Binçavkirina 10 Endamên Meclisa Ciwanên BDP’ê, Rêxistina BDP’a Bajarê Wanê bi meşekê protesto kir. Girseya ku li pêş BDP’ê a bajêr civiyan bi qêrkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê bibe guristana faşîzmê”, “Bi berxwedanê emê bi serbikevîn” û “Şidet me paşda na xwe” heya pêş Walitiya Wanê meşiyan. Meş bi beşdarbûna Parlementerê BDP’a Wanê Nazmî Gur, Serokên BDP’a Navçeyên Wanê Musa İtah, Figen Yaşar û bi hezar kes tevlî bûn.
Hevserokê BDP’a Bajarê Wanê Muda İtah ku li pêş Walitiya Wanê daxuyanî dan diyar kir ku AKP dixwaze herêma siyaseta demokratîk li pêş Kurdan bigire û pêvajoyê bi qetîne. İtah diyar kir ku AKP vê bi merdane nake, hewildide bi leyistokên veşartî bike. İtah bal kişande ser AKP’a ku li Amedê aştiya demokratîk dike lê li aliyê din binçavkirin û serdegirtin zêde dibin. İtat xwest ku 10 kesên hatine binçav kirin bêne berdan û hişiyariya ku di rewşa AKP şidet û polîtikayên xwe yên binxistinê berdewam bike ew jî wê berxwedanê bilind bikin da.
Piştî axaftina İtah şûnde girseyê demekî dirêj çalekiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalekiya rûniştinê girseya ku heya pêş bînaya Bajêr a BDP’ê meşiyan bi dirûşmeya “AKP xwe xelet neke, sebra me xelas neke” dawî li meşê anîn.