Li Wanê ji bo tenduristiya Ocalan belavok hatin belavkirin
Li Wanê ji bo tenduristiya Ocalan belavok hatin belavkirin
Li Wanê ji bo tenduristiya Ocalan belavok hatin belavkirin
Ji bo meşa ku dê îşev li navenda bajar pêkbê û dê balê bikêşin ser pirsgirêkên tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belavok hatin belavkirin
Li Wanê ji bo meşa ku îşev dê li ber Mavî Plaza heya Beşyolê dom bike û balê bikişînin ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navenda bajar belavok hatin belavkirin. Meşa ku ji aliyê rêxistinên sivîl û BDP’a Wanê ve tê organîz kirin, li navenda bajar belavok ji aliyê Hevserokê BDP’ê Mûsa Îtah û serokên rêxistinên sivîl ve hatin belavkirin.
Belavokên ku bi sernavê “vexwendina meşê” hatin belavkirin, hate diyarkirin ku nêzîkatiya hikumeta AKP’ê ku heyetek ya dixtorên serbixwe naşîne Îmraliyê çavkaniya xwe ji bêcidiyetiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire. Di belavoka têde hate gotin ku, li Tirkiyeyê mûhatabê pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û hate xwestin ku, bêy ku dem biçe daxwazên Ocalan û gelê Kurd bêne pêkanîn.