Li Wanê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Li Wanê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Şaxa TUHAD-DER'ê ya Wanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş li 3 nokteyan kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Şaxa TUHAD-DER'e ya Wanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş serbest bên berdan, li Parka Feqiyê Teyran, Pêncrêyanê û Otela Tamarê kampanya îmzeyan da destpêkirin. TUHAD-DER'ê bi daxuyaniyekê starta kampanya îmzeyan da. Şaxa TUHAD-DER'e ya Wanê li Parka Feqîyê Teyran standa îmzeyan vekir û daxuyanî da çapemeniyê.

Di startê de girseya ku li hev kom bû, pankart û dowîzên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Ji bo azadiya girtiyên nexweş tu jî dengekî bide" vekirin. Li ser standa îmzeyan lîsteya ku ji navê 433 girtiyên nexweş pêk tê hat daliqandin. Di çalakiyê de polîsan bi maşîneyên Zirxî, TOMA Parka Feqiyê Teyran dorpêç kirin. Di çalakiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, endam û rêveberên BDP'ê HDP, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyên din amade bûn.

Beriya dest bi kampanya îmzeyan bikin têkildarî armanca kampanyayê Serokê Şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê Ahmet Aygun daxuyanî da û diyar kir ku, ji bo çareserî û demokratîkbûna Tirkiyeyê vê kampanyayê didin destpêkirin û armanca dikin ku 250 hezar îmze kom bikin. Aygun anî ziman ku, îmzeyên kom bikin dê ji Serokwezîrê Tirk Erdogan, Serokomar Abdullah Gul û Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re bişînin. Aygun da zanîn ku, ew dixwazin demek berî demekê hevalên wan ên girtî serbest bên berdan.

Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî diyar kir ku, yek ji pirsgirêkên herî mezin ên sereke pirsgirêka girtîgehane û wiha got: "Pergala serdest li vî welatî naxwaze dengê muxalefetan bilind bibe. Hemû kesên dij difikirin digirin û di avên girtîgehan. Kesên azadî û demokrasiyê dixwazin dikin hedefa xwe. Hemû rojnameger, siyasetmedar, parazvanê mafên mirovan û rewşenbîran dikin hedef. Niha 10 hezar siyasetmedar girtî ne. Ji girtiyan 430 kes nexweşên giran in. Li gorî rapora nexweşxaneyan divê ev girtî serbest bên berdan. Pergala ku dixwaze tevgera azadiya gelê Kurd li şûna çekan siyasetê tercîh bike, rê li pêş siyasetê digire. Kesên siyasetê dikin jî kom dike û davên girtîgehê. Li gel ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hêzên gerilla dest bi meşa aştî û azadiyê kir jî dîsa hikûmet gavan navêje."

Uçer daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Erdogan jî bi zimaneki tund rexne kir û anî ziman ku bi vê helwestê pirsgirêk çareser nabe. Uçer da zanîn ku, bi milyonan Kurd ji bo çareseriyê li bendê ne ku girtiyên siyasî bên berdan û statuya gelê Kurd û xweseriya demokratîk bê nasîn, dijberî vê yekê zextên li ser girtiyan zêde dibe û zextên li ser kurdan zêde dibe.

Uçer da zanîn ku, gelê Kurd bi serhildanan hebûna xwe îspat kir û dê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilindtir bike û wiha got: "Divê bi lezgîn 430 girtiyên nexweş serbest bên berdan û ji bo çereseriya pirgsirêka Kurd lazim e Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Piştî daxuyaniyê parlementer, rêveberên BDP'ê û îmze avêtin kampanyayê. Li gel kampanya îmzeyan a 3 nokteyan dê li gundan jî bigerin û îmzeyan kom bikin.