Li Wanê herî kêm 15 ciwan hatin binçav kirin
Li Wanê herî kêm 15 ciwan hatin binçav kirin
Li Wanê herî kêm 15 ciwan hatin binçav kirin
Li Wanê di navde endamên Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Wanê û xwendekarên dibîstana amdeyî jî di navde herî kêm 15 kes hatin binçav kirin. Bi hezaran kes jî li diji binçavkirina ciwanan li Qada Beşyolê meş pêk anî û binçavkirin şermezar kirin.
Yekîneyên Midûriya Polîsan a Wanê, di saetên bi roj de li gelek kolan û taxan li dijî ciwanan operasyon pêk anîn. Di operasyonê de endamên Meclisa Ciwanên BDP'ê, xwendekarên dibîstana amadeyî jî di navde herî kêm 15 ciwan hatin binçav kirin. Ciwanên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê ya Wanê kom bûn, bi boneya binçavkirinê şermezar bike heta qada Beşyolê ya Wanê meş pêk anîn. Di meşê de rêveberên BDP’ê, HDP’ê, nûnerên saziyên sivîl yên civakî û Parlamenterên BDP'ê û jî amade bûn. Girseya ku li Qada Beşyolê kom bûn rê li trafîkê girtin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Zext me bêzar nakin" û "PKK gele, gel li vir e" berz kirin. Girsê li gel ku Walîtî û Midûriyeta Polîsan Qada Beşyolê wekî qada qedexe ilan kiribû û jî dîsa meş pêk anîn û li vir rê li trafikê girtin.
Hevserokê BDP'a Wanê Musa Îtah li vir daxuyanî da û diyar kir ku, polîsên Wanê di demên dawî de li ser dîwaran nivîsan dinivîse û gelê Kurd tehdît dike. Îtah, anî ziman ku polîs bi binçavkirin û zextan pêkanînên faşizan dimeşîne û herî dawî li dijî ciwanên BDP'ê operasyon pêk anîn. Îtah, da zanîn ku di operasyona îro de herî dawî 15 ciwan hatin binçavkirin û dê vê yekê qebûl nekin.
'DÊ LI DIJÎ ZEXTAN HELWESTA ME HIŞK BE'
Îtah, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dixwaze berî hilbijartinê hêz û vîna Kurd a ciwan bişkîne û ji ber vê yekê li dijî ciwanan operasyonê pêk tîne. Îtah, destnîşan kir ku Kurd dê li hemberî vê yekê bersîva wan pir hişk be.
Girsê piştî daxuyaniyê ji bo 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bû.