Li Wanê, bijarteyên gel rastî lêdana polîsan hatin

Li Wanê, bijarteyên gel rastî lêdana polîsan hatin

Li Wanê, meşa ji bo tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li dijî gelê Rojava, li êrîşa polîsên Tirk rast hat. Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaay û Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar li lêdana polîsan rast hatin û nûçegîhanê DÎHA'yê Erdogan altan birîndar bû.

Li Wanê, meşa ji bo tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li dijî gelê Rojava ya ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistina BDP'ê ya Bajêr ve hat organîzekirin, li êrîşa polîsan rast hat. Girseya gel a di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, HDP û KCD hebûn, li ber Mavî Plaza li hev kom bû, lê li astengiya polîsan rast hat.

Ji ber astengiya polîsan, di navbera bijarteyên gel û polîsan de 2 saetan hevdîtin hat kirin. Ji ber polîsan demeke dirêj girse rawestand, li nerazîbûnê rast hat. Girseya gel piştî demekê bi ser benda polîsan ve meşiyan, lê li êrîşa bi ava şid, fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên polîsan rast hat. Girseya gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaay û Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Wanê Fîgeh Yaşar li lêdana polîsan rast hatin. Tevî êrîş û destwerdana polîsan jî, girseya gel bi bijarteyên xwe re  ber bi Beşyolê ve meşa xwe dewam kir.

Polîsên Tirk vê carê jî li Kolana Hunerê bend danîn û bi maşînên zirxî dor li navenda bajêr girtin. Dorpêça polîsan heta derengiya şevê dewam kir û girseya gel jî li dijî vê li ber xwe da.

Nûçegîhanê DÎHA'yê Erdogan Altan jî ji ber êrîşa polîsan ji çonga xwe ya rastê birîndar bû. Polîsan her weha di ser de hewl da dest deyne ser kameraya nûçegîhan Altan.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Wanê Fîgen Yaşar ji ber êrîşa polîsan rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.