Li Tirbespiyê YPG'ê avêt ser sê gundên çete lê bicih bûn

Li Tirbespiyê YPG'ê avêt ser sê gundên çete lê bicih bûn

Li Tirbespiyê, hêzên YPG'ê bi doçka û hawanên 120'yî avêtin ser sê gundên çete lê bicih bûne.

Li Tirbespiyê ku 25 kîlometre navbera Nisêbîn û Cizîrê de ye, hêzên YPG'ê îro danê nîvro avêtin ser gundên Taya, Sosya û Mihadiyap ên çeteyên El Nûsra lê bicihb ûne. Hat ragihandin di encama serdegirtina hêzên YPG ya bi doçka û hawanan de pevçûn derketin û herî zêde li derdora gundê Taya ev pevçûn giran bûye. Hat ragihandin ku pevçûn hînê dewam dikin.