Li Til Temirê civîna xwendekaran

Li Til Temirê civîna xwendekaran

Konfederesyona Xwendekarên Kurd yên Welatparêz li bajaroka Til Temir, bi armanca avakirina meclîsa xwendekaran civînek lidar xistin.

Li bajaroka Til Temir ya girêdayî Hesekê duh êvar Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz bi armanca avakirina meclisa xwendekaran civînek li darxist. Civîn bi beşdariya dehan xwendekaran û deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Konfedresyona Xwendekaran ya Hesekê Metîn Mihemd axivî û bal kişan ser pirsgirêkên xwendekaran. Mihemed destnîşan kir ku, ji bilî pirsgirêkên din girtina rêyên di navbera Til Temir û bajarên din a ji aliyê komên çekdar ve bandora neyînî li ser xwendekarên Til Temir dike.

 Metîn diyar kir ku, ew dê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran meclîsekê ava bikin û bi vî rengî armanc dikin ku xwendekaran birêxistin bikin.