Li Til Temirê 3 rojan şîn hat îlankirin
Li Til Temirê 3 rojan şîn hat îlankirin
Li Til Temirê 3 rojan şîn hat îlankirin
Bi hezaran şêniyên Til Temir û Girkê Legê çûn serdana konên sersaxiyê ku ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên di encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe jidest dabûn hatine vedan. Her wiha şêniyên Til Temir 3 rojan şîn îlankirin.
Bi hezaran kes duh çûn serdana konê sersaxiyê ku ji bo şervanên YPG'ê yên ku 3 roj berê di berxwedana li gundê Xêbiş jiyana xwe jidest dan. Hevserokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Mihemed, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî çûn serdana konê konê sersaxiyê. Di bin konê sersaxiyê de bavê şervanê YPG'ê Hogir Ibrehîm Hec Reşîd û nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan axivin. Her wiha li ser navê TEV-DEM'ê Feraşîn Roj, li ser navê Dêra Meryem Edra Boxos Îşaya, komîteya Têkiliyan a TEV-Dem'ê Hekem Xelo û li ser navê Meclîsa Gel a Til Temir Ebdulkerîm Ebdo axivîn.
Di axaftinan de berxwedana YPG'ê hate silavkirin û êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Têkildarî şehdadeta şervanên YPG'ê şêniyên bajarokê Til Temir 3 roj şîn îlan kir û deriyên dikanên xwe venekirin. Her wiha hemû sazî û dezgehên bajêr xebatên xwe dan rawestandin.
Li Girkê Legê jî bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê ku ji bo Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ'ê Hêvîdar Dara ku di heman berxwedanê ya li gundê Xêbiş a Til Temir jiyana xwe jidestbû. Welatiyên ku ji Girkê Legê, Rimêlan, Dêrik û Koçerat hatibûn bin konê sersaxiyê alên TEV-DEM, YPG, YPJ û wêneyên şehîdan vekiribûn. Her wiha diruşmeyên berxwedana YPG'ê û YPJ'ê silav dikin berz dikirin. Di bin konê sersaxiyê de merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Gel a Dirêkê û Yekîtiya Star axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşê hatin şermezarkirin û berxwedana YPG'ê hate silavkirin.
Di merasîmê de xwişka Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ'ê Hêvîdar Dara Fatma Xalid Elî axivî û spasiya welatiyan kir. Fatma daxuyaniya Barzanî ya li dijî şoreşa Rojava jî şermezar kir.