Li Sydneyê ji bo Şengal û Rojava şevbihêrk hat lidarxistin

Li Sydneyê ji bo Şengal û Rojava şevbihêrk hat lidarxistin

Kurdên li bajarê Awûstûralya Sydney û derdora wê dijîn, di çarçoveya kampanya alîkariya ji bo Rojava û Şengalê de, şevbihêrkek lidar xistin.

Di şevbihêrka ku zêdeyî du sed kes beşdar bûn de, komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne. Di axaftinên li şevbihêrkê de di serî de Tirkiye hemû hêzên destekê didin çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin. Her wiha piştgirî ji berxwedana li Kobanê re hat dayîn.

Kurdistanî wê roja Duşemê jî bi armanca şermezarkirina DAIŞ û hêzên destekê didin DAIŞ'ê li ber parlamenta Sydneyê mîtîngekê lidar bixin û di şevbihêrkê de banga beşdariyê hat kirin.