Li Sûrê ji bo Rojava û Şengalê kampanya alîkariyê destpê kir
Li Sûrê ji bo Rojava û Şengalê kampanya alîkariyê destpê kir
Li Sûrê ji bo Rojava û Şengalê kampanya alîkariyê destpê kir
Di çarçoveya kampanya "Alîkariya ji bo gelê Rojava û Şengalê" ya Komîsyona Giştî ya Rojava da destpêkirin de, li navçeya Amed Sûrê xebatên berhevkirina alîkariyê hatin destpêkirin.
Kampanya alîkariyê ya ji aliyê Rêxistina DBP a Sûrê, Şaredariya Sûrê û Meclîsa Taxan ve tê organîzekirin, li Kolana Gazî bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir.
Di dema dayîna daxuyaniyê de, Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn, endamên Meclîsa Şaredariyê û Rêxistina DBP a Sûrê jî amade bûn.
Hevşaredar Narîn di daxuyaniyê de bibîr xist ku gelê Kurd ji ber komkujiyê neçar maye ji Rojava û Şengalê koç bike û got, "Ji go gelê me yê ji Şengal û Rojava hatiye herêma me, ji ber hatina demsala zivistanê, divê em kampanya xwe ya alîkariyê berfirehtir û mezintir bikin. Di çarçoveya vê kampanya em didin destpêkê de, em bang li tevahiya welatiyên hestyar dikin ku destekê bidin û ji bo sivikkirina mercên zivistanê alîkariyê bidin."
Li dû daxuyaniyê, berhevkirina alîkariyê destpê kir.