Li Şirnexê molotof avêtin navenda ciwan û dersxaneyê

Li Şirnexê molotof avêtin navenda ciwan û dersxaneyê

Şevê din li Şirnexê hinek kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar molotof û madeyên teqemenî avêtin navendek ya ciwanan û dersxaneyekê

Li Şirnexê li derdora demjimêr 21.30’an de hinek kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar molotof û madeyên teqemenî avêtin navenda ciwanan ya binavê Safîne û dersxaneyekê.

Hate diyarkirin ku, bûyer şeva din li derdora demjimêr 21.30’an de li Kuliya Mizgeftê ya taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê rû da. Li navenda ciwanan ya binavê Safîne ku di bin navê perwerdeya ‘bêpere’ de faliyetan birêve dibe û her wiha di çarçoveya SODES’ê de 214 xwendekarên amadeyî û 96 xwendekarên seretayî û navîn digire nava xwe. Di bûyerên derengî şevê rûdayî de mirî û birîndar çênebûn lê zirara aborî rû da.

Piştî her du teqînan polîs hatin cihê bûyerê û dîmenên kamerayên derdor hûrkolîn kirin, her wiha operasyonekî berfireh li herêmê dan destpê kirin.

Tê diyarkirin ku, ev navendên ciwan û dersxaneyên ku perwerdeya wan bêpere tê dayîn, ji bo bişaftina zarokên Kurd têne meşandin û weke navendê qirkirina civaka Kurd têne binav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev navend û dibistan weke navendên perwerdeya Gulen ji têne zanîn ên li Kurdistanê her tim bûne mijara nîqaşê û hinek xwendekarên li van navendan perwerde dîtin weke sîxur şandin Herêmên Parastina Medyayê. Her wiha li ser van mijaran jî rayedarên HPG’ê gelê Kurd gelek caran hişyar kiribû.