Li Silopiyê qeza: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Silopiyê qeza: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Silopî ya Şirnexê li Deriyê Xabûr di encama li hevketina otobus û wesayiteke bazirganiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Deriyê Xabûr ê navçeya Silopiyê qezayeke trafîkê rû da. Di encamê de wesayita ji aliyê Şakir Uçum ve dihate ajotin bi wesayita bazirganiyê ket û di encamê de Şakir Uçum li cihê bûyerê, Çetîn Işik 37 salî û Reşat Işik ê 35 sal jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku her du kesên birîndar jî di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan.