Li Silopiyê cerdevanek hate kuştin

Li Silopiyê cerdevanek hate kuştin

Li Silopiyê kesekê binavê Remezan Erkan ku hate gotin cerdevane rastî êrîşa çekdarî hat. Erkanê giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê mir.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê cerdevanê binavê Remezan Erkan rastî êrîşeke çekdarî hat û mir. Erkanê ku li ser rêya yekemîn rastî êrîşa çekdarî ya hinek kesên nasnameyên wan nediyar hat giran birîndar bû. Erkan ji aliyê welatiyên li cihê bûyerê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Li rexmî hemû mudaxeleyan Erkan nehate rizgarkirn û li nexweşxaneyê mir.