Li Silêmanîyê ji bo cangoriyên Rojava konê sersaxiyê hat vedan

Li Silêmanîyê ji bo cangoriyên Rojava konê sersaxiyê hat vedan

Li Silêmaniyê ji bo Endamê Desteya Bilind a Kurd  Îso Huso ku di encama sûîqesteke bombeyî de hat qetilkirin, her wiha ji bo Kurdên li bajarokên Til Hasil û Til Aran ji aliyê çeteyên El Nusra hatin qetilkirin konê sersaxiyê hat vedan.

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo Endamê Desteya Bilind a Kurd  Îso Huso ku di encama sûîqesteke bombeyê de hat qetilkirin, her wiha ji bo Kurdên li bajarokên Til Hasil û Til Aran ji aliyê çeteyên El Nusra hatin qetilkirin ku konê sersaxiyê hat vedan ji aliyê gelê Kurd û nûnerên gelek partî û saziyan ve tê ziyaretkirin. Di ziyareta konê sersaxiyê de nûner û endamên BDP, PYD, PÇDK, TEV-DEM, Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Kurd û hwd. amade bûn.

Di axaftinên hatin kirin de ku êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin, bang li tevayî gelê Kurd hat kirin da ku li hemberî van kiryarên hovane yê çeteyên El Qaîde derkevin.        

Li ser nave Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Elî Şemdînî got, “Me nedixwest kombûna me ya li vir ji bo şehîtbûna Îsa Huso ba. Me dixwest bi Îso Huso re ji bo Sûriyeyeke demokratîk em kom bibana.”

Endamê TEV- DEM’ê Can Hîzîdxelo jî di axaftina xwe de Qetlîama li Rojavayê Kurdistanê wek Enfala duyemîn bi nav kir û wiha berdewam kir: “Ji her demê zêdetîr pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û divê em gelê Kurd ê li Rojava bi tenê nehêlin û pêwîst e em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”

Endame Rêxistina Hewar, Hozan Efrînî êrîşên dij-mirovatiyê yên El Qaîde li dijî gelê Kurd pêk tîne şermezar kir û destnîşan kir ku kesên li hemberî vê hovîtiyê bêdeng dimînin şirîkê vê hovîtiyê ne.

Her wiha li ser nave PÇDK’ê Wahap Ebdullah jî wiha got, “Ev plan ji bo parçekirin û tunekirina gelê Kurd tên pêşxistin.”

Piştî axaftinan girseyê dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana YPG’ê” qîr kirin.