Li Silêmaniyê Erdheja 5.6 çêbû

Li Silêmaniyê Erdheja 5.6 çêbû

Li Silêmaniyê û herêma Germiyan ya Başûrê Kurdistanê û hin herêmên Iraqê erdeheja bi hêza 5.6 Rixter çêbû.

Rêvebiriya çavdêriya asmanî û erdhejan a li bajarê Silêmaniyê diyar kir ku duh êvarî di saet 9.30'an de li herêmên Germiyan, Xaniqîn, Gilara û Geverê  Erdheja bi hêza 5.6 li gorî pîvana Rixter çêbû.

Rêvebiriya çavdêriya asmanî û Erdhejan ya li bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku di erdhejê de tu ziyan çênebûne. Rayedar bi guman in ku erdejên din çêbibin lewma hemû dibistan roja şemiyê hatin girtin.