Li Şêxmeqsûd 9 leşker hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd 9 leşker hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd hêzên rêjîmê êrîşî taxê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn rû dan. Di encamê de 9 leşker hatin kuştin û 7 birîndar bûn. Li Eşrefiyê jî şervanên Eniya Cebhet Elekrad li dijî alîgiyên rêjîmê çalakî pêk anîn û di encamê 10 alîgirên rêjîmê hatin kuştin.

Îro danê sibê de hêzên rêjîma Baas bi tangan ji herêma Mexselet Elcezîra û devera Elewarid a Şêxmeqsûd êrîş kirin û xwestin ku têkevin taxê. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin û di encamê de 9 leşker hatin kuştin, 7 leşker birîndar bûn û li devera Elewarid  2 tang û 2 wesayîtên leşkerî hatin xirakirin.

Hêzên rêjîmê di van êrîşan de çekên giran bikar anîn, her wiha herêmên pevçûnan ji aliyê hêzên rêjîmê ve bi hawana û tangan hate topbaran kirin. Pevçûn hîn didomin.

Li aliyeke din jî çavkaniyên Eniya Lîwai Cebhet Elekrad diyar kirin ku şervanên wan li Eşrefiyê çalakî li dijî herêmên ku pêxwasên rêjîmê tê de bicih bûne pêk anîn. Di encama çalakiyê de 10 pêxwasên rêjîmê hatin kuştin û 20 birîndar bûn. Heman çavkanî da zanîn ku çalakiya wan îro saet di 04.00᾿an de destpê kir û saetên nîvro bidawî bû.

Çavkaniyê Eniya Cebhet Elekrad destnîşan kir ku di dema pevçûnan de hêzên rêjîmê herêm topbaran kir û tangên Artêşa Gel ku ji alîgirên rêjîmê hatiye avakirin, anîn herêmê.