Li Sêwasê du xwendekar winda ne

Li Sêwasê du xwendekar winda ne

7 roje ji xwendekarên Zanîngeha Cumhuriyetê a Sêwasê Mehmûd Kaya û Ferhat Kûş agahî nayê girtin.

Roja 6’ê Mijdarê li Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê piştî protestokirina salvegera avabûna YOK’ê, li dijî xwendekarên Kurd û çepgir êrîşên faşîzan destpêkiribûn û ev êrîş li bajar belav bibûn.

Di 9’ê Mijdarê de jî xwendekaran ji bo protestokirina dîwarê şermê ê li ser sinorê Rojava dihate avakirin û balê bikişînin ser rewşa mexdûrên erdhejê ên li Wanê dest bi gireva birçîbûnê kirine daxuyaniyek dan çapemeniyê û  di encama êrîşa faşîstan de 4 xwendekar birîndar biûn. 5 xwendekarên din jî ên rastî êrîşê hatin bisûcdariya “endamên rêxistinê ne” 18’ê Mijdarê hatin girtin. Piştî êrîşan gelek xwendekaran bajar berdan û vegerîn malên xwe.

Li aliyê din jî 7 roje ji xwendekarên binavê Mehmûd Kaya û Ferhat Kûş agahî nayê girtin. Her du malbatên xwendekaran ên ku serî li rayedarên emniyetê dan û gotin zarokên xwe nehatine binçavkirin, ji aqûbeta zarokên xwe bifikarin.