Li Sêwasê 6 xwendekar hatin girtin

Li Sêwasê 6 xwendekar hatin girtin

Li Sêwasê piştî êrişa ulkuciyan herî kêm 25 xwendekarên Kurd hatibûn binçavkirin û ji wan 6 kes hatin girtin. 5 xwendekarên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin jî şandin Meletiyeyê.

Hefta borî li Sêwasê ulkuciyan êrişê xwendekarên Kurd kiribûn û di nava xwendekaran de şer û pevçûn derketibû. Polîsên Tirk ên mudaxeleyî bûyerê kirin li şûna êrîşkaran herî kêm 25 xwendekarên Kurd binçavkirin.  Xwendekarên ku hatibûn binçavkirin 6 jê xwendekarên ku navê wan nayê zanîn hat girtin û xwendekarên din jî serbest hatin berdan. Nayê zanîn 6 xwendekar bi çi hincetê hatine girtin û hat diyar kirin ku, xwendekar birine Girtîgeha Sêwasê.

5 XWENDEKAR ŞANDIN MELETIYEYÊ

Li Gorî agahiyan 5 Xwendekarên ku di 16 Mijdarê de ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malan de hatin girtin jî şandin Meletiyeyê. Hat diyar kirin 5 xwendekarên Kurd bi îdîaya "endamên KCK'ê"ne hatibûn binçavkirin û çav lê ye 5 xwendekaran îro derxin Dadgeha Meletiyeyê.