Li Serêkaniyê fermandarê Dewleta Îslam hat kuştin
Li Serêkaniyê fermandarê Dewleta Îslam hat kuştin
Li Serêkaniyê fermandarê Dewleta Îslam hat kuştin
Li Serêkaniyê di pevçûnên şevê din di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê / Eniya El-Nusra de rû dan û heta vê sibê dom kirin de 6 endamên çeteyan hatin kuştin. Her wiha hate gotin ku di şerê serê sibehê de fermandarekî Dewleta Îslamî jî hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, şevê din li gundê Tuwêmiyê ê di navber bajaroka Til Xelef û Serêkaniyê de di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra de pevçûn derketin. Hate gotin ku komên çete saet di 23.00’an de ji gundê Tuwêmîyê yê di navbera Esfer Necar û gundê Mişrafa ku 2 kîlometre dikeve başûr rojavayê Serêkaniyê xwestine ber bi bajêr ve pêş bikevin, lê şervanên YPG’ê bersiv dane.
Hat ragihandin ku di pevçûnên ku El-Nusra çekên giran ên wek doçka, hawan, top û qernas bikaranîn de 4 êrîşkar hatine kuştin.
Di heman saetan de li dora bajaroka Til Xelef jî pevçûn derketin û hîn jî didomin. Di pevçûnên li vir de jî 2 endamên El-Nusra hatin kuştin.
Di pevçûnan de komên êrîşkar bi topên hawanê êrîşî bajêr kirin û li gorî agahiyan gelek top li deriyê sînor ketin. Her wiha çend top jî li Serêkaniya Serxetê ketin. Di encama topbaranan de kuştin û birîndarbûn çênebûn, lê ziyana maddî pêk hat.
FERMANDAR HATE KUŞTIN
Li aliyê din hate gotin ku di pevçûnên serê sibehê de fermandarekî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra hatiye kuştin. Lê navê wî nehat zanîn. Hat ragihandin ku pevçûnên saet derdora 09.30’an dijwar bûne, hîn didomin.
Di dema pevçûnan de 2 balafirên keşfê yên Tirkiyeyê jî li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê geriyan.