Li Semsûrê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Semsûrê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Semsûr Kalik (Kahta) wesayîtek ji kontrolê derket li kerê qelibî û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Semsûr Kalikê, wesayîta Mûrat Tosûn li ser rêya bejahî ya navbera Kalik-Sêweregêduh êvarê ji kontrolê derket û  li kerê Hûrîhan Yagmûrtaşan û hevserê wê Abdûrrahman Yagmûrtaşan lê siwar bûn, qelibî. 

Di bûyerê de Yagmûrtaşan û hevserê xwe jiyana xwe ji dest da, Mûrat Tosûn û Basrî Ozcan ên di wesayîtê de birîndar bûn. 

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kalikê, cenazeyên Yagmûrtaşanan jî ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê.