Li Rojhilat 6 rojnamevanên kurd hatin cezakirin

Li Rojhilat 6 rojnamevanên kurd hatin cezakirin

Dadgeheke Komara Îslamî ya Îranê cezayê girtîgehê li 6 rojnamevanên kovarekî kurdî ya bi navê Wirya ya li bajarê Îlam ê Rojhilat birîn.

Çileya sala par 10 rojnamevanên kurd li Îranê ji aliyê wezareta hindirînya Îranê ve hatibûn girtin. Niha cezayê 6 meh girtîgehê li 6 ji wan rojnamevanan hatiye birîn. Rojnamevanekî bi navê Nesrîn Bawend bê tawan hatiye dîtin û çarenivîsa 3 rojnamevanên din jî ne diyare.

Li gor malpera Sbeiy, rojnamevanên cezayê girtîgehê li wan hatine birîn evin; Îhsan Nîk Pî, Mûhsîn Çiraxî, Şaho Ehmedî, Rehmetulla Jiraxî, Elî Yûsifî û Secad Qeyserî. Îhsan Nîk Pî, sernivîskarê beşa kurdî yê kovara Wirya bû. Berê mamostayê zanîngehê bû û bi bihaneya ku çalakiyên çandî lidarxistiye, ji zanîngehê hatibû dûrxistin.