Li Rojava çeteyan êrîşên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin
Li Rojava çeteyan êrîşên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin
Li Rojava çeteyan êrîşên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirin
Li Rojava di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên El Nusra li Serêkaniyê û derdora wê şer û pevçûn dijwar bûne. Di van sê rojên dawî de komên çete yên girêdayî El Nusra û Artêşa Sûriyeyê ya Azad li dijî Kurdên sivîl êrîşên xwe zêde kirine.
Çeteyan li Girê Spî (Til Ebyad) ku hejmareke zêde Kurd lê dijîn ji duh danê sibê ve cebilxane kom kirin di saet 22.00’an de dest bi erîşan kirin. Di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de ku şerên dijwar dikewimin hat ragihandin çeteyan gelek wendahî dane. Û êrîşên çeteyan li dijî Kurdên sivîl zêde bûne.
Pevçûn û şerên dijwar ku duh şevê din li li gundên Susikê, Sarincê û Çelebê yên girêdayî Girê Spî rû dan li gorî agahiyên hatin bidestxistin herî kêm 3 endamên çeteyên girêdayî El Nusra mirine.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku derbarê êrîşên dawî de daxuyanî da destnîşan kir ku Kurdên li herêmê bûne hedefa êrîşên hovane û got ku bi taybet Kurdên Til Aran, Til Hasil ên li rojavayê Helebê rastî êrîşên çeteyên El Nusra û yên di bin banê Artêşa Sûriyeyê ya Azad de tevdigerin, mal û xaniyên Kurdan wêran dikin.
Salih Muslim ku ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî destnîşan kir ku serekên çeteyên El Nusra û yên Artêşa Sûriyeyê ya Azad li Tirkiyeyê ne û endamên çeteyan ku ji Kurdên li Girê Spî gotine ku “Wê li Serêkaniyê piştgirî da PYD’ê” û zextan li gel dikin. Li ser bertek nîşandana YPG’ê ku wan çeteyan xwe paşde kişand heman tiştî niha li bajarokên Til Hasil û Ti Aran dikin. Di mizgeftan de bang dikin û dibêjin “Keç û jinên Kurdan ji bo we helal in. Hûn dikarin malên wan bidizin û xaniyên wan wêran bikin.”