Li Rihayê 2 zarok di cihokê de fetisîn
Li Rihayê 2 zarok di cihokê de fetisîn
Li Rihayê 2 zarok di cihokê de fetisîn
Li gundê Saf ê Hewengê, du zarokên wergeriyan cihoka avdanê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Saf ê navçeya Riha Hewengê, Yaşar Ekîncî yê 4 salî û dotmama wî Songul Ekîncî ya 5 salî, wergeriya cihoka avdanê û jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku cihoka di nava gund de derbas dibe, ji ku ber dora wê negirtiye, zarok dema dilîstin ketine nava avê.
Cesedên zarokan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan û li dû otopsiyê dê li gund werin veşartin.