Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li restoranteke li Çînê teqîn: Herî kêm 31 kes mirin

Li bajarê Yînchûan ê Çînê, beriya Festîvala Keleka Ejderha li restorantekê teqînek çêbû. Herî kêm 31 kes mirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çînê ya Nû, li bajarê Yînchûan ê li bakur rojavayê welêt, li reforantekê êvara 21'ê Hezîranê teqînek çêbû.

Hate ragihandin ku di encama teqînê de herî kêm 31 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li retoranta Barbeku, ji ber sedema jiberçûna gaza petrolê ya ron, teqîn çêbûye.