Li Ranyayê Zîlan hate bi bîranîn

Li Ranyayê Zîlan hate bi bîranîn

Rêkxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK)’ê bi semînerekê Zeyneb Kinacî (Zîlan) bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtina jibo giyanê hemû cangoriyên di têkoşîna azadiya Kurdistanêde jiyana xwe ji dest dane hate destpêkirin. Piştî wê jî nameya ku Zeyneb Kinacî (Zîlan) li pey xwe hêlabû ji aliyê Gizing Emer ve ji bo beşdarvanan hate xwendin.

Piştî xwendina nameyê endama desteya rêveber ya Partiya  Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Perwîn Hesen, li ser rolê gêrila Zîlan axivî û wiha got: “Di sala 1996’an pilangêriyek liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat. Ji ber vê heval Zîlan xwe wekî jinekî Kurd bi berpirsyar dît û ji bo bersivdana wê komploya dijmin çalakî lidarxist. Çalakiya heval Zîlan netenê li Bakûrê Kûrdistanê li tevayî Tirkeyeyê deng veda.

Perwîn Hesen balkişande ser beşek ji nameya ku Zîlan lipey xwe hêlabû û têde dibêje: “Serokê min ez pir keyfxweşim ku çalakiyekî fedayî pêktînim, ji ber ku li hemberî kar û xebatên em têde ne, em canê xwe jî bidin hêjan kême. Xwezî ji can û ruhê min tiştek biqîmettir heba ku min feda kiriba.”