Li Ranyayê ji bo Rojava xwepêşandan piştgiriyê

Li Ranyayê ji bo Rojava xwepêşandan piştgiriyê

Li Ranya bi armanca piştgirîdayîna Şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hate li darxistin.  Her wiha girtina deriyê sinorê Sêmalkan ji aliyê Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) ve hate şermezarkirin.

Xwepêşandan duh ji aliyê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) ve li navçeya Ranya ya Silêmanyê hate li darxistin. Di xwepêşandanê de bang li tevayî gelê Kurd hate kirin ku xwedî li Rojava derbikevin û li hemberî girtina derî û êrişên li ser gelê Rojava bêdeng nemînin kir.