Li Qoserê pevçûna li ser zevî: 2 kes mirin
Li Qoserê pevçûna li ser zevî: 2 kes mirin
Li Qoserê pevçûna li ser zevî: 2 kes mirin
Vê carê li navçeya Mêrdîn Qoserê li ser zeviyan pevçûn derket û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan li gundê Boxazî yê Qoserê, ji ber nelihevkirina zevî pevçûna bi çekan derket. Hat ragihandin Fethullah Tutaş û Şeyhmus Aydin destpêkê nîqaş kirine û dûre nîqaş veguheriye pevçûna bi çekan. Di bûyerê de Tutaş û Aydin bi çekan berdan hev û di encamê de her duyan jî jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de lêpirsînê destpê kir.