Li Qoserê ji BDP’ê bangewaziya çalekiyê

Li Qoserê ji BDP’ê bangewaziya çalekiyê

Rêxistina BDP’a Navçeya Qoser a Mêrdînê, çalekiya ku bi boneya 9. salvegera qetilkirina Ugur Kaymaz û babê wî Ahmet Kaymaz li pêş mala wan, gel vexwandin meşa ku bê li darxistin.

Rêxistina BDP’a Navçeya Qoserê  ji bo Ahmet Kaymaz û kurê wî yê 12 salî Ugur Kaymaz ku di 21’ê Mijdara 2004’an de ji aliyê hêzên dewletê ve li pêş mala wan bi gotina “terorîstin” qetilkirin, gel vexwandine çalekiya protestoyê ya ku sibê li Meydana Azadiyê a Qoserê tê li darxistin kirin.

Komekî ku Serokê BDP’a Navçeyê Fettah Tekin, rêveberên Navçeyê, serokê Şaredariyê Ferhan Turk jî di navde li bazara navçeyê girêdayî çalekiyê velavok belav kirin.

Serokê BDP’a Navçeyê Fettah Tekin diyar kir ku hîna kujerên Ugur û babe wî ne hatine ceza kirin û wiha got: “Em wê sibê di saet 13.00’an de li Meydana Azadiyê a Qoserê bi armanca şermezarkirina komkujiyên polîsên dewleta Tirk û ji bo cezakirina kujeran em tên li gel hev û meşekî bi girseyî li dar dixîn. Em tevlîbûna tevayê gelê xwe dixwazîn.”