Li Qerehencîrê pêşmergeyekê xwe întihar kir

Li Qerehencîrê pêşmergeyekê xwe întihar kir

Li bajarokê Qerehencîrê yê Kerkûkê şeva din pêşmergeyekî li mala xwe întihar kir.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, şeva din li bajarokê Qerehencîrê ya girêdayî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê pêşmergeyê binavê E.S li malê bi bi çeka xwe, xwe di kuje.

Cenazeyê E.S ta niha li gel Dixtorên Dadgerê bajarê Kerkûkê ye û di derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin, lê belê ta niha di derbarê bûyerê de sedemek ne hatiye diyar kir.

Ta niha li Başûrê Kurdistanê çendîn pêşmergeyan ji ber sedemên cûda cûda pê çeka xwe yên pêşmergetiyê dawî li jiyana xwe anîne.