Li Qamişloyê endamê asayişê jiyana xwe ji dest da

Li Qamişloyê endamê asayişê jiyana xwe ji dest da

Endamê asayîşa Qamişlo Edîb Husên yê ku di 4’ê nîsanê de qeza derbas kirbû, jiyana xwe ji dest da.

Edîp Husên di 4’ê nîsanê de dema li ser karê xwe bû qezaya tirafîkê derbaskir û ew rakiribûn nesxweşxaneyê. Husên ku bi giranî birîndar bibû, îro piştî nîvro jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Husên ji bo ku bê definkirin, birin taxa Tilzîwanê ya Qamişlo.

Edîb Husên di sala 1969’an de li Tilzîwanê ji dayîk bibû û 6 zarokên wî hene. Husên di 2’yê nîsana 2013’an de tevlî hêzên asayîşê bibû.