Li Qamişlo teqîn: 3 kesan jiyana xwe jidest da, 9 birîndar

Li Qamişlo teqîn: 3 kesan jiyana xwe jidest da, 9 birîndar

Li taxa Qenatsiwês a Qamişlo di encama êrîşek bombeyî de, 2 endamên asayîşê û welatiyekî jiyana xwe jidest dan û 2 endamên asayîşê û 7 welatî jî birîndar bûn. Li aliyên din komên çete bi topên hawanê êrîşî bajaroka Til Meruf kirin. 

Li taxa Qenastwês a Qamişlo saet derdora 16.30’an de teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên çavkaniyên Asayîşê dane, êrîş bi wesayîtek bombebarkirî li nêzî avahiya Asayîşê pêk hat. Çavkaniyan diyar kir ku dema wesayîtê xwestiye êrîşê avahiya asayîşê bike, ji aliyê nobedarên asayîşê ku li ser riya dikeve avahiyê nobedarî dikirin ve hate ferqkirin.  Dema endamên asayîşê xwestin wesayîtê rawestînin, wesayît hate teqandin.

Di encama teqînê de 2 endamên asayîşê û welatiyekî jiyana xwe jidest da. Her wiha 2 endamên asayîşê û 7 sivîl jî birîndar bûn. Ji ber teqînê li derdorê ziyana maddî pêk hat.  

LI TIL MERUF JÎ ÊRÎŞ

Li aliyê din hate ragihandin ku li bajaroka Til Meruf ê girêdayî Tirbespiyê jî bi traktorek bombebarkirî êrîş pêk hat. Hate gotin di encama teqîna ku li nêzî avahiya YPG’ê pêk hat de, 2 endamên YPG’ê birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku komên çete jî, ji gundê Harikê topên hawanê di avêtin Til Meruf. Hate ragihandin ku di encama topbarana ku didome de ziyana maddî pêk hat.