Li Qamişlo jin li dijî tundiyê meşiyan

Li Qamişlo jin li dijî tundiyê meşiyan

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li bajarê Qsmişlo bi durişma "Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî mirovahiyê ye" meşek lidar xistin.

Bi armanca protestokirina tundiya li hember jinan, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Tundiya li dijî jinan tundiya li dijî mirovahiyê ye"  meşek lidar xistin. Meş bi beşdariya endamên tevgerê û nûnerên tevgerên jinan ên bajêr li pêşiya Navenda Jinên Ciwan destpê kir û ber bi meydana Osman Sebrî ve meşiyan.

Jinan alên Kurdî û wêneyên tekoşerên jin ên ku di têkoşîna  rizgariya netewî de jiyana xwe jidest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan. Endamên Tevgera Jinên Ciwan cilên spî li xwe kirin û siloganên bijî YPG'e û YPJ'e qîriyan.

Li Meydana Osman Sebrî meşa jinan veguhezî mêtingê. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Tevgera Jinên Ciwan Arjîn Bawer derbarê têkoşîn û berxwedana jinan a li dijî rejîmên desthilatdar de axivî. Bawer hemû awayên tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

Bawer her wiha daxuyaniyên serokatiya herêma başûrê Kurdistanê yên li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî şermezar kirin.

Di dawiya meşê de şanoya bi navê "Jin sembola jiyana Azad e" hate pêşkêşkirin.